İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım
11 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2026
Koçerên ku li zozanên bilind yên Mûşê kon vedane, ji ber hewaya sar ya ku tevî demsala havînê jî didome, bi pêxistina sobeyên li nava konan xwe germ dikin.
Koçerên ku mehên zivistanê li Batman, Diyarbekir û Mêrdînê derbas dikin, bi germbûna hewayê ra jî ber bi zozanên li quntara Çiyayê Kurtikê va ku bilindahiya wî nêzîkî 2 hezar û 645 metreyan e, koç dikin.
Koçerên ku li konên li zozanan hatine danîn dimînin, heywanên xwe diçêrînin.
Koçer êvarê sobeyan di konên xwe da vêdixin û xwe germ bikin. Koçer bi roj jî li çiyayên bilind yên ku berf hê lê heye pezên xwe diçêrînin.
Aydin Çeteyê şivanê koçber ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew bi salan e bi xwedîkirina pêz debara xwe dikin.
Çete diyar kir ku ew bi nêzîkî hezar pezî hatine zozanên Mûşê û got ji ber ku hewa hê sar e, em di konan da sobeyan dadidin.
Nurullah Arslan jî got, "Duh baran barî û îro jî ba heye. Hê jî li çiyayên derdorê berf heye. Em ketine meha Tîrmehê, li cihên din mirov ji germê dinalin, lê em êvaran sobeyên xwe dadidin."