Nevzat Umut Uzel
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Li Wanê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin xebatên vekirina 3 plajên gel ên nû didomin.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, li taxên Ayanîs û Mollakasim yên navçeya Tuşbayê li keviya Gola Wanê xebatên vekirina 3 plajên gel ên nû tên meşandin.
Di çarçoveya projeyan da yên ji hêla Serokatiya Daîreya Parq û Baxçeyan tên meşandin, kabînên cilguhertinê, kabînên dûşê, tuwalet, mescid û odeyên ji bo dergûşan tên avakirin.
Ozan Balciyê Wekîlê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin û Waliyê Wanê teseliya xebatan kir û ji Muhammed Baytînê Serokê Daîreya Parq û Baxçeyan biwarê xebatan agahî sitand.
Balci bal kişand ku proje dê di kurtedemekê da bên kutakirin û ji xizmeta gel ra bên pêşkêşkirin.