Li Wanê otomobîlê li kamyoneta parqkirî xist, kesek mir û 4 kes birîndar bûn
Li Îpekyoluya navçeya Wanê otomobîl li kamyonetê qelibî û kesekî di otomobîlê da bû mir, 4 kes birîndar bûn.
Nevzat Umut Uzel
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
photo: Nevzat Umut Uzel / AA
VAN
Otomobîla ku plaqeya wê 34 PP 1564 e û navê şofêrê wê hê nehatiye hînkirin, di rêya Wan-Hekariyê da li kamyoneta ku li kêleka rê sekinîbû û plaqeya wê 65 EY 983 ye, qelibî.
Li ser êxbarê ambulans, AFAD, îtfaiye û polês sewqî cihê qezayê kirin.
Di otomobîla ku bû xurde da kesek mir, 4 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Wêne : Nevzat Umut Uzel/AA
Li Wanê otomobîlê li kamyoneta parqkirî xist, kesek mir û 4 kes birîndar bûn