Emre Ilıkan
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Bahar Ayhana 32 salî ku beriya deh salan li Bahçesarayê navçeya Wanê di serayeke 500 metrekareyî da ku bi piştgiriya dewletê hatibû avakirin, dest bi çandina çîlekan kir û bû yekane hilberînera çîlekan ya navçeyê.
Ayhana ku Taxa Koşkê dijî di sala 2016an da biryar da ku zeviya xwe ya li wê taxê ji bo hilberîna çandiniyê bi kar bîne.
Ayhana ku serî li "Projeya Cotkarên Ciwan" ya Wezareta Çandinî û Daristanê dabû, piştî ku projeya wê hat qebûlkirin û piştgirî wergirt, li ser seraxaneyeke 500 metrekareyî dest bi çandina çîlekan kir.
Bahar Ayhanê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dixwaze karsaziya çandiniya çîlekan berfirehtir bike ku bi piştgiriya dewletê dest pê kiriye.
Ayhanê diyar kir ku ew ê karsaziya xwe bi avakirina pênc serayên nû li ser zeviyeke 2 hezar û 500 metrekareyî mezin bike û got ku bi saya projeyeke min îsal serlêdan kiriye ez dixwazim karê xwe mezin bikim û pêşniyar dikim ku hemû ciwan vî karî bikin.