Halil İbrahim Sincar, Ekrem Payan
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
ŞIRNAK (AA) - Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Bulent Turan beşdarî vekirina bernameya "Di Rêya Tirkiyeya Bêteror da Mil bi Mil" bû.
Turanê ji bo ku ziyaretên cur bi cur bike hat Şirnexê û Walîtiya Şirnexê ziyaret kir. Turan vir lênûska şerefê îmze kir û bi Walî Bîrol Ekîcî ra hevdîtin kir.
Turan paşê beşdarî vekirina bernameya "Di Rêya Tirkiyeya Bêteror da Mil bi Mil" ya ku bi piştgiriya Midûriya Giştî ya Têkiliyên Civaka Sivîl a Wezareta Karên Navxweyî va ji hêla Komeleya Jinên Ronahiyê Didin Pêşerojê va li Mala Mamosteyan hat lidarxistin bû û di bernameyê da axivî û behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir.
Turan got ku "Rêxistinê çekên xwe danîn. Ev pêngaveke biqîmet e. Ji bo ku guherîna girêdayî vê bi lez bibe em ê pêngavên qanûnî biavêjin."
Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî diyar kir ji ber ku mêvanên ji 80 bajêran hatine diezimînin kêfxweş in.
Ekîcî got ku Şirnex yek ji bajarên herî mînak û model ên pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan tê birêvabirin e û axaftina xwe wiha domand:
"Em îro bi gelê Şirnexê û hikûmeta xwe ra modela Şirnexê ava dikin. Biqasî 3 hezar ê 500 ciwanên me li Şirnexa ku li Tirkiyeyê herî zêde wir neft tê hilberîn peywir dikin. Rojane 81 hezar warêl neft tê hilberîn. Li deştên m genim, nîsk û fistiq tê hilberîn, li çiyayên me milyonek û 300 hezar pez tên xwedîkirin, her wiha em 600 ton masî hildiberînin. bi Tirkiyeya Bêteror va Şirnexa ku 40 salî di tariyê da ye îro derketiye ronahiyê û bi lez bi ber ku bibe stêrkeke rewnakdar a vê hîlala bi bereket pêş dikeve. Tirk û Kurd bi hezaran sal e bira ne û ev biratî li hawirdora me piştgiriyê dide aştî, ewlehî û îstiqrarê."
Di bernameyê da Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka û Serokê Konfederasyona Malbatên Şehîdan û Parêzvanên Ewlehuya Anadoluyê ya Şirnexê Mehmet Gungor jî axaftinek kirin.
Fermandarê Cendirmeyan a Bajêr Tumgeneral Zafer Tombul, Midûrê Ewlehiya Bajêr Volkan Sazak, Serokbajarê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Erkan, rîspî, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, malbatên şehîd û xaziyan ên ji 80 bajaran hatine û xazî beşdarî bernameyê bûn.
Paşê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Turan û kesên pê ra qerenfîl danîn Bîrdariya Şehîdiyê ya Fermandariya Tuxaya Peyade ya 23yemîn.