Berat Baştuğ
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Li Îdila navçeya Şirnexê tankera sotemenî barkirî ya di rê da diçû, agir pê girt û şewitî.
Tankera sotemenî barkirî ya plaqe û navê ajokarê wê hê nehat bidestxistin, duh êvarê di rêbejaya Îdil-Midyadê da li tanga gundê Yolaçanê di rê da agir pê girt.
Ajokarê ku şewat ferq kir, wesayît li devê lê rawestand.
Li ser îxbarê jî ekîbên cendirme û îtfaiyeyê bo deverê hatin şandin.
Bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê şewat hat temirandin, lê wesayît şewitî û bû bêkêr.
Ji xeynî vê, agirê ku ji wesayîtê pekiya û li gihayê devê rê girt jî ji hêla ekîban hat temirandin.