Ekrem Payan
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
Pîqaba ku navê şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin û plaqeya wê 61 AIH 284 e, li texma beldeya Çalişkanê li texsî û otomobîlê qelibî.
Bi qezayê ra pîqab û texsî welgeriyan, otomobîl jî ji rê derket.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye, cendirme û AFAD sewqî herêmê kirin.
Ekîbên tenduristiyê di kontrolê da tesbît kir ku Mulkiye Uya ku di pîqabê da bû, miriye, 11 kesên ku di wesayîtan da bûn, birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li navçeyên Silopî û Cizîrê.