Cüneyt Çelik
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2026
Li Qersê tîmên Rêveberiya Taybet ya Qersê dijî berfa ku li hin deverên ser rêyên bilindahiya çiyayan kûrahiya wê digihîje 5 heta 6 metreyan, têdikoşin.
Li seranserê welêt hewa pir germ e, lê li Qersê xebatên paqijkirina berfê hê jî tên kirin.
Piştî zivistaneke dijwar "pilingên berfê" tîmên ku bi vekirî hiştina rêyên gundan va hatibûn wezîfedarkirin, li bilindahiya nêzîkî 3 hezar metreyî xebat meşandin da ku gihîştina bo deşta bilind ya gundê Tuygunê li navçeya Selîmê misoger bikin.
Piştî du rojan xebatê, tîmên ku bi makîneyên giran berfên kombûyî yên ji bilindahiya wesayîtan zêdetir paqij dikirin, rê ji bo hatûçûnê vekirin; rêyeke ku li hin cihan qeşagirtî ye û li aliyekî wê jî newalek kûr û asê heye.
Sezaî Yurdalanê Şefê Rêveberiya Taybet ya Selîmê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di nîvê meha Tîrmehê da jî berdewamî didin xebatên paqijkirina berfê.