Cuma Sarı
24 Hezîran 2026•Rojanekirin: 24 Hezîran 2026
Xwendekarên Fakulteya Zanistên Sepanî ya Siwêregê ya Zanîngeha Heranê di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî da dîwarên dibistanekê boyax kirin.
Di çarçoveya projeya bi pêşengiya Doç. Dr. Hasan Bardakçi da xwendekaran Dibistana Seretayî ya Taxa Sumakliyê ya li gundewarê ziyaret kir û li ser daxwaza zarokan a rengînkirina dibistanê, xebat dan destpêkirin.
Bi xebata ku ji hêla xwendekarên xwebexş va hat kirin, dîwarên pol, korîdor û baxçe yên dibistanê bi rengên cuda hatin boyaxkirin.
Doç. Dr. Hasan Bardakçi diyar kir ku beşdariya xwendekaran a bi awayekî xwebexş a di projeyê da wan watedar dît û wiha got, "Me xwest em cihê perwerdeya zarokên xwe rengîntir bikin. Em ê xebatên xwe yên berpirsiyariya civakî bidomînin."
Xwendekarên zanîngehê yên beşdarî projeyê bûn, destnîşan kirin ku ew kêfxweş bûn ku wan, daxwaza zarokan bi cih anî.
Rêveberiya dibistanê jî ji ber keda wan, sipasiya endamên hîndekariyê û xwendekaran kir.