Hüseyin Demirci
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Li Qersê bi hatina havînê ra mêrg û çêregeh hatin çinîn û leglegên ku hatin van deran jî bi kurm û kuliyan va zikê xwe têr kirin.
Piştî zivistaneke dijwar bihar hat herêmê û leglegan jî heyama xwe ya cotbûnê temam kir.
Leglegên ku hêlînên xwe li ser banê xaniyan û dîregan çêkirin 34 rojan li ser hêkên xwe man û qasî 2 an jî 4 cûcik peyda kirin û wan bi nêçîrê xwedî kirin.
Dema havîn hat, nêçîra wan a ji bo xwarinê ya li mêrg û çêregehên ku hatine çinîn jî dest pê kir.
Legleg hatin mêrg û çêregehên ku hatine çinîn û li vir pê kurm, kulî, beq û heywanên din ên biçûk va zikê xwe têr kirin.
Nêçîra leglegan a li mêrg û çêregehan dîmenên rengîn derxistin holê.