Oktay Demirci
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Otomobîla bi plakaya 44 AHE 178 a ku M.K diajot li texma Taxa Çiglimê ya gundewar a rêya Adiyeman-Meletiyê bi kamyoneta bi plakaya 34 YB 9013 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn ra qelibî.
Otomobîl bi tesîra qezayê welgeriya şerampolê.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Ekîbên îtfaiyeyê M.K, H.K û G.Kyê di otomobîlê da asê mabûn ji wesayîtê derxistin. 3 kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Meletiyê.