Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Li Artukluya navçeya Mêrdînê wesayît û kamyonek li hev qelibîn, 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Kamyona ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 06 DKS 662 ye li ser rêbejaya Yeşîlliyê, li taxa Kabalayê li wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê ne diyar e û plaqeya wê 34 YP 1330 ye qelibî.
Li ser cawdayînê cendirme, polês û ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîbên tenduristiyê li cihê bûyerê tesbît kirin ku jê yek zarok, 2 kes mirine.
Ekîban 6 birîndar li wir derman kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê.
Ji 6 birîndaran kesek li nexweşxaneyê li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Dermankirina birîndarên din li nexweşxaneyê dewam dike.