Beşir Şavur
17 Hezîran 2026•Rojanekirin: 17 Hezîran 2026
Li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê şewata ku li zeviya genim derket hat vemirandin.
Li taxa Dîkmena ser bi navçeyê li zeviya genim, ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê.
Şewata ku derket bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê û bi alîkariya cotkarên xwedî trator, hat vemirandin.
Di şewatê da 40 donim erdê ku genim lê çandî bû, zirar dît.