Li Hekariyê li herêma ku sitûrahiya berfê digihêje 5 mêtroyan ji bo vekirina rê xebat tên kirin
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di rojên dawîn ên hezîranê da jî li cihên bilind xebatên têkoşîna dijî berfê dewam dikin.
Ulaş Güven
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
photo: İl Özel İdaresi / AA
HAKKARI
Ekîbên Şeftiya Şantiyeya Yuksekovayê yên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya Golên Satê yên li Çiyayên Îkiyakayê ya 40 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê dixebitin.
Ekîbên ku li herêma sitûrahiya berfê cî bi cî derdikeve 5 mêtroyan dixebitin hema bêje korîdorên berfê vedikin û wisa pêş dikevin.
Ekîb ji ber eraziya dijwar û asê car carna bi xetereya şepeyê ra rû bi rû dimînin û armanca ekîban ew e ku di demek kurt da rê vekin.
Wêne : İl Özel İdaresi/AA
Li Hekariyê li herêma ku sitûrahiya berfê digihêje 5 mêtroyan ji bo vekirina rê xebat tên kirin