Sayim Harmancı
16 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2026
Li Hekariyê ji bo çiyagerê ku hildikişiya Çiyayên Cîloyê û paşê tu xeber jê nehat hildan, lêgerîn dan destpêkirin.
Du çiyagerê ku 13ê Tîmehê ji Bursayê hatin bajêr, derketin Zozanê Balayê yê li Geliyê Cennet Cehennemê û ji bo ku derkevin tepa Çiyayên Cîloyê, bi çiyê va hilpaz bûn.
Li herêma ku ji zinaran pêk tê û ji kevir û kuçikan pêk tê, çiyagerek vegeriya û yê din dewam kir û bi çiyê va hilpaz bû.
Ji ber ku demeke dirêj ji çiyagerê ku hilpaz bû, tu xeber nehat hildan, ekîbên AFAD, UMKE, Lêgerîn û Xelaskirina Cendirmeyan (JAK) tevî gundparêzan li herêmê dest bi lêgerînê kir.
Ekîb piştî hilpazbûna ku demeke dirêj kişand, herêm bi wesayîtên esmanî yên bêfirokevan va kontrol kir, lê çiyager nedît.
Bi ketina tariyê ra ekîban navber da lêgerînê û lêgerîn wê îro dewam bike.