Ulaş Güven
23 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Malbata Ozbeka ku li gundê Yenîişikê dijî, çêleka ku yek ji çavkaniya debara wan bû, dema li çêreyê diçêriya ji ser gir va gindirî.
Ferdên malbatê dema bihîstin hatin ber serê çêleka xwe ya telefbûyî û gelekî xemgîn bûn.
Aynî Ozbeka ku maweyekê ji ber serê çêlekê ranebû gelekî li ber çêleka xwe ket.
Qaymeqamê Yuksekovayê Volkan Hulur piştî bûyerê, di parvekirineke li ser medyaya civakî da diyar kir ku malbat dê piştgirî werbigire û got, "Em li kêleka xaltîka xwe ne. Em ê bi saziyên xwe ra piştgirî û eleqeya pêwîst peyda bikin."
Hin xêrxwazan jî bi malbata Ozbek ra têkilî danîn û amadebûna xwe ya ji bo alîkariyê anîn ziman.
Aynî Ozbek ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di warê darayî da zehmetiyan dikişîne û beşek giring a debara wê bi çêlekê wê bûye.
Ozbekê got, "Hîn jî neviyek min di dergûşê da ye û me ew bi şîrê wê xwedî dikir. Ji ber vê yekê min çêleka xwe nefirot. Ez her tim bi xwedîkirina wê va mijûl bûm. Duhê dema ku ez çûm wê av bidim, min bihîst ku ew miriye. Ez pir xemgîn bûm. Muhtemelen ew gindiriye binê zinarê. Di esil da ez ji ber neviyê xwe pir xemgîn im."
Fehim Ozbekê kurê wê jinê got, "Tenê çêlekeke diya min hebû. Debara xwe bi wê çêlekê dikir. Li çêrê diçêrand. Dema ku dît ku ew miriye, pir li ber ket. Dema ku em gihîştin, diya min li kêleka çêleka xwe rawestiyabû. Qaymeqamê beg bi me re têkilî danî. Wan got ku ew ê alîkariya me bikin."