Talha Koca
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Qubeyên mizgeftên li navçeyên Erziromê Aziziye û Yakutiyeyê her sal di serdema koçê da dibin hêlînên leglegan.
Nexasim hêlînên li ser mizgeftên li taxên çolterê bi demê ra rengekî mayînde werdigirin, li ser hin qubeyan jî çend malbatên leglegan bi hev ra dihêwirin.
Leglegên di demsala biharê da tên bajêr, havîna xwe li vir derbas dikin û cûcikên xwe mezin dikin û her wiha bi hatina sermayê ra cardin didin ser rêya koçê.
Yaşar Çapçiyê Miftiyê Parêzgehê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku mizgeftên ku malên Xwedê yên li ser rûyê erdê ne, havînan li ser banên xwe malbatên leglegan diezimînin.
Çapçi bal kişand ku mizgeft, sembola yekîtî û hevrabûnê ne û wiha dewam kir, "Erzirom xwedan erdekî avî ye, qubeyên mizgeftên li navçeyên Aziziye û Yakutiyeyê bûne hêlîna leglegên mizgîniya biharê. Legleg me û welatiyan kêfxweş dikin ku li ser qubeyên mizgeftên malên Xwedê, hêlînan çêdikin."