Rüştü Nesip Çiftçi
19 Hezîran 2026•Rojanekirin: 19 Hezîran 2026
Li Solhana navçeya Bingolê otomobîl û tir li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.
Li texma bajaroka Arakonakê ya rêya Bingol-Solhanê otomobîla bi plakaya 23 AEL 450 û tira bi plakaya 13 ABE 753 li hev qelibîn.
Di qezayê da 3 kesên di otomobîlê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme û ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Solhanê hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Solhanê.