Şener Toktaş
20 Hezîran 2026•Rojanekirin: 20 Hezîran 2026
Li gundê Încekayaya ser bi Tetwana navçeya Bidlîsê Kozika Bapîrê Kal û şikeftên ku di nava latan da hatine kolan bala geştiyaran dikişînin û wan derdixin rêwîtiyeke demê.
Kozika li gundê Încekayayê ku Şêx Husênê Bekirî yê ku li herêmê weke Bapîrê Kal tê nasîn, di dawiya sedsala 15an û destpêka sedsala 16an da çalakiyên xwe yên îbadet û îrşadê lê diajot, di nava navendên baweriyê yên herêmê da cih digire.
Gundê Încekayayê yê li Hewzeya Gola Wanê, bi saya mîrata manewî ya digel bedewiyên xwe yên siruştî, her sal mazûvaniya gelek geştiyaran dike.
Li gundê li ber keviya Gola Wanê, şikeftên di zinaran da hatine kolandin hene ku di demên berê da ji bo armancên wekî îbadet, îtîkaf, stargeh û perwerdeyê hatine bikaranîn û ev di çavkaniyên dîrokî da wekî "Por" tên binavkirin.
Şikeft û kozikên ku hin ji wan bi pêpelokan têne hilkişîn û bi dîmenê bêhempa ya Gola Wanê va têne yek kirin, bala geştiyarên herêmê dikişînin.
Serokê Beşa Dîrokê yê Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê (BEU) Prof. Dr. Mehmet Demirtaş, ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku mekanê li gundê Încekayayê kozika Bapîrê Kal e.
Demirtaş destnîşan kir ku di çavkaniyên dîrokî da bi navê "Por" 2 cihên nîştecihiyê hene û got, "Di lênûskên Tehrîrê da mirov derbarê vê derê da rastî tu qeydekê naye. Nebûna qeydan nayê wê wateyê ku kozik li vê derê nebûye. Kozikek li vê derê hebû, lê ji ber ku weqfeke wê yan dahateke wê tunebû, ev der hilnedane bin qeydê.
Alîkara Serokê Beşa Dîrokê yê Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê (BEU)yê Zulfiye Koçakê jî anî ziman ku li gelek cihên cografyaya Îslamê derwêşan bi mebesta karûbarên sofîgeriyê kozik bi kar anîne.