Orhan Alca
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
Li Hîzana navçeya Bidlîsê, ekîbên berfê xebata vekirina rêya Zozanê Kolludereyê yê raqim 3 hezarî ya ku stûriya berfê li hin cihan metreyekî zêdetir e, didomînin.
Ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê yên ku zivistanê bênavber dixebitin ku rêyên bi berfê girtî nemînin, havînê jî ji bo koçeran rêya zozanan vedikin.
Ekîban di rêya Zozanê Kolludereyê yê raqim 3 hezarî da li cihên ku hê berf neheliyaye, bi makîneyên kar xebat dan destpêkirin.
Li herêma ku stûriya berfê li hin cihan metreyekê zêdetir e, ekîb xebatên xwe dimeşînin û hewl didin ku di kurtedemekê da rêyê vekin.