Abdullah Söylemez
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Bazîda naçeya Agiriyê li baxçeyê nav erdê şoreket ê ku gelek darên wê hene, berhevkirina fêkiyan dest pê kir.
Li gundê Ortuluya ser bi navçeyê li baxçeyê quntara Çiyayê Agiriyê yê Abdulkadir Ardin daniye, darên fêkiyên curbicur ên weke encas, mişmiş, sêv û hirmî tê da hene.
Qaymeqamê Navçeya Bazîdê Mustafa Ayvat serdana baxçeyê kir û beşdarî berhevkirina fêkiyan bû û ji Ardin agahî wergirtin.
Qaymeqam Ayvat û kesên pê ra paşê mişmiş û encas berhev kirin.
Ayvat ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku wî vê dawiyê dest bi erka xwe ya li navçeyê kiriye û got çikandina darên fêkiyan li herêmê giring e.
Ayvat, bal kişand ser pirbûna cureyên fêkiyên di baxçe da û got, "Me encas û mişmiş berhev kirin. Me curbicur darên fêkiyan dîtin. Birêz Abdulkadir xewna xwe ya zarokatiyê pêk aniye. Di sala 2015an da, wî dev ji karê xwe berdaye û xewna xwe ya baxçeyekî fêkiyan li quntara Çiyayê Agiriyê pêk anî. Me darên encas, tirî, xox, mişmiş, guz û her cure şitlên fêkiyan û daran dîtin."
Ayvat destnîşan kir ku herêm xwedî avhewayek parzemînî ye, zivistana wê dijwar e û hilberîna fêkiyan tevî şert û mercên demsalî yên dijwar jî serkeftineke mezin e.
Ayvat tekez kir ku Ardîn ji bo çandiniyê mînakek e û wiha got:
"Tevî ku ew nêzîkî 6 mehan ji ber berfa zivistanê bi sermaya xwe tê nasîn jî, wî ew fikra ku 'çandiniya fêkî û sebzeyan li vir pêş nakeve' şikandiye. Tevî polîtîkayên Rêveberiya Çandiniyê ya Navçeyê jî, ji bo me pir xweş e ku cotkarek ji hundir ji bo welatiyên me çalakiyeke wisa mînak pêk tîne. Birêz Abdulkadir di vî warî da ji bo gelek cotkar û gelek welatiyên li Bazîdê mînakek e."
Ayvat diyar kir ku ew ê di dema wezîfeya xwe ya li navçeyê da di serî da çandinî û geştiyariyê di gelek waran da, bixebitin û got, "Em ê polîtîkayên xwe ji bo zêdekirina hêşînahiyê, çandina şitlan û çandiniya fêkî û sebzeyan pêşva bibin û em ê hewl bidin ku hejmara mirovên mîna Birêz Abdulkadir li vir zêde bikin."
Ayvat her wiha anî ziman ku Çiyayê Agiriyê xwedî potansiyeleke geştiyariyê ya berbiçav e û divê kesên ku hildikişin çiyê û mêvanên ku tên Qesra Îshaq Paşa vî baxçeyî jî bibînin.
Abdulkadîr Ardîn diyar kir ku ji bilî curbicur darên fêkiyan ên li baxçe ew ji bo pêşwazîkirina welatiyan hewz, xwaringeh, deverên bêhnvedanê û tesîsên mayînê jî pêşkêş dikin.
Tîmên ji Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Navçeyê jî beşdarî berhevkirina fêkiyan bûn.