İbrahim Toprak, Şahin Seçen
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Li Heskîfa navçeya Batmanê çandiniya sîrê mehîna yê xwedî nîşaneya erdnigariyê ku hatiye tescîlkirin dewam dike û îsal cotkar li bendê ne ku nêzîkî 30 ton sîr bê hilberîn.
Sîrê mehîna yê tescîlkirî li gundê Kayikliyê her sal li ser qadeke 50 dekarî, bi toximê ji bav û kalan maye tê danîn.
Berhevkirina sîran di nîvê meha hezîranê da dest pê kiriye ku hê dewam dike.
Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr Necdet Tuncer ji nûçegihanê AAyê ra got ew îsal li bendê ne ku nêzîkî 30 ton sîr bi dest bixin.
Tuncer anî ziman berhevkirina sîran dewam dike û wiha axivî:
"Sîrên me yên mehîna ji hêla magnezyûmê va pir xurt e, tê da kukurt zêde ye. Heke baş bê veşartin, heta salekê jî xera nabe. Ji ber ku nîşaneya wê ya erdnigariyê heye, ev tê meneyê ku ew malê herêmê ye. Em wê tahm û bêhnê tenê dikarin di sîrên ku li herêmê hêşîn dibin da bi dest bixin."
Mixtarê gundê Kayikliyê Muslum Bulat jî daxuyand li gund 30 mal çandiniya sîran dikin û wiha axivî: "Her malbateke gund, em her sal 4 donim, 5 donim, 2 donim sîr direşînin. Em debara xwe bi wan sîran dikin."
Ji cotkaran Abdullah Yagman jî anî ziman ji ber ku hewa germ e ew serê sibê di 6an da diçin kar, nîvro navberê didin û piştî nîvro ji saet 4an pê va dîsa dest xebatê dikin.
Yagman destnîşan kir ku ew wek malbat 3 nifş e sîra direşînin, karê ji kalikê wî ji bavê wî ra maye, wê ji vir şûn da jî ji kurê wî ra bimîne.