Abdullah Söylemez, Muhammet Ali Ateş
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê koçerên ku ji ber zivistana çetin a îsal, ji neçarî dereng derketin Zozanên Sînegê, konên xwe vedan û dest bi karê xwe yê dijwar kirin.
Zozanên Sînegê ku yek ji zozanên giring ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, bi flora û kaniyên xwe yên dewlemend mazûvaniya malbatên koçer û bi hezaran pezî dike.
Ji ber îsal li gorî par berf derengtir heliya malbat hê ji nû tên zozanan.
Koçer di nava şert û mercên dijwar da jiyana xwe didomînin û li ajelên xwe dinêrin.
Koçerên ku pezê xwe didoşin û penêr, nîvişk û mast çêdikin, bi germbûna hewayê ra êdî xwe ji pezbirê ra jî amade dikin.
Dogan Aybanê koçer ê ku ji Îdirê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku ji ber şertên avhewayê îsal dereng derketine zozanan.
Ayban destnîşan kir ku li zozanan bi şev sar e û li deverên bilind jî berf heye.
Cemîle Aybanê jî her wiha diyar kir ku ew pez didoşin û berhemên şîr çêdikin.
Aybanê diyar kir ku hewa li çiyayan paqij e lê jiyan dijwar e û got, "Zozan xweş in, lê dijwarî û zehmetî lê heye. Em pezê xwe didoşin û ji bo zivistanê penêr çêdikin. Em nêzîkî 3-4 mehan li çiyayan dijîn."