Sabri Yıldırım
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Karên tamîrkirin, nûjenkirin, germkirina binerdê û ronîkirinê yên ku li Stadyuma Bajêr ya Mûşê hatine destpêkirin, berdewam dikin.
Yusuf Kiliçê Midûrê Ciwanî û Werzîşê yê Mûşê li cihê kar lêkolîn kir û ji rojnamevanan ra got ku ew li Mûşê ku şert û mercên zivistanê lê dijwar in, ji bo bikaranîna stadyumê, xebateke berfireh dimeşînin.
Kiliç diyar kir ku barîna berfê ya zêde di zivistanê da bandoreke neyînî li ser çalakiyên werzîşê dike û got ku ew ê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li qadê pergala germkirina binêerdê saz bikin.
Yusuf Kiliç diyar kir ku xebat berdewam dikin û got ku karên tamîrkirin, nûjenkirin, germkirina binerdê û ronîkirinê yên li Stadyuma Bajêr ya Mûşê didomin.