Ulaş Güven
10 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2026
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, li ser rêya ku digihêje Golên Qeşayê yên Cîlo-Satê ku li bilindahiya 3 hezar û 400 metreyî ne, xebatên paqijkirina berfê berdewam dikin.
Tîmên paqijkirina berfê yên Şeftiya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet ya Hekariyê ji bo vekirina rêya Golên Cemedê yên Satê yên li Çiyayên Cîloyê ku di demsala zivistanê da ji ber berfa zêde girtî ne, dest bi xebatê kirin.
Tîmên ku bi 3 makîneyên giran li devereke di bin berfê da dixebitin, tevî erdnîgariya dijwar û şert û mercên bilind, xebata xwe didomînin.