Yılmaz Kazandioğlu
15 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2026
Di çarçoveya xebatên paqijkirinê da ji binê Gola Wanê wê 2 milyon û 800 hezar metrekûp herî bê derxistin.
Xebatên derxistina herî û çemûra binê Gola Wanê ku di sala 2021an da dest pê kir, li ser beşek 14 kîlometreyî ya xeta peravê bênavber berdewam dikin.
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê va û bi piştgiriya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê tên meşandin da heta niha 2 milyon û 185 hezar metrekûp heriya binî hatiye derxistin.
Herî û çemûna binê avê ya ku bi makîneyên giran ji binê golê têne derxistin, bi kamyonan têne veguhastin û li cihekî diyarkirî têne avêtin.
Erdogan Gulê endezyarê jîngehê yê li Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê dixebite, ji nûçegihanê AAyê ra got ku karê rakirina heriya binê avê bênavber berdewam dike.
Gul diyar kir ku du qonaxên ji sê qonaxên plankirî yên xebatê temam bûne û qonaxa sêyemîn jî dest pê kiriye û wiha got, "Em niha bi 40 karmend û 36 wesayîtan xebatan dimeşînin. Bi bikaranîna kepçeyeke (ekskavator) 17 metreyî, em rojane 900 metrekûp heriyê ji binî derdixin û li hin deveran digihîjin kûrahiya heta 2 metreyan. Heya niha, 2 milyon û 185 hezar metrekûp heriya binî hatiye derxistin. Armanca me ew e ku bi giştî 2 milyon û 800 hezar metrekûp heriya binî derxînin."