Rauf Maltaş
18 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2026
Hewaya germ ku digihîje 45 pileyî bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya li Şanliurfayê dike.
Li Şanliurfaya ku li Tirkiyeyê di nava bajarên herî germ da ye, germa zêde tengasiyê dide kişandin.
Li bajêr germa hewayê li gorî şert û mercên demsalê zêde ye, ji ber germê kuçe û kolan xalî ne, welatî heta mecbûr nemînin, dernakevin derva.
Li Kampusa Gola Masiyan ya Dîrokî ku ji navendên girîng yên turîzmê ye jî welatî ji germê direvin û xwe davêjin binê siha dar û beran.
Kesên ku ji germê direvin, wextê xwe di binê siha darên parkan û li qadên hênik derbas dikin.