Rıdvan Korkulutaş
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Çiyayên Şerefdînê yên li Kanîreşa (Karliova) navçeya Bîngolê ku 2 hezar û 700 mêtro bilind in, gava roj diçe ava û derdikeve dîmeneke bêhempa pêşkêş dikin.
Çiyayên Şerefdînê ku di navbera navçeyên Kanîreş û Solhanê da dirêj dibin, wekî yek ji deverên xwezayî yên girîng yên herêmê derdikevin pêş.
Herêma Çiyayên Şerefdînê bi zozanên xwe yên bilind, quntarên xwe yên asê û girîngiya xwe ya dîrokî balê dikişîne.
Li herêma Zozanê Ezîzan ya Çiyayên Şerefdînê ku herêmeke ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê va wekî cihê mîrateyê tê parastin û di salên 1916-1917an da bûye qada Şerê Osmanî û Rûsî, xendek, bermayiyên cebilxaneyê û şopên cûrbecûr yên serdema şer heta roja me ya îro mane.
Niştecîhên gundê Suduragiyê ku li herêmê bi navê Ezîzan tê naskiri, ji bo temaşekirina dîmena hilatin û avabûna rojê, derdikevin Çiyayên Şerefdînê ku berê bi salan tê da bi xwedîkirina heywanan ra mijûl dibûn.
Hezkiriyên xwezayê yên ku bi wesayîtên taybet yên eraziyê û bi derbaskirina rêyeke dijwar ya 8 kîlometreyî digihîjin lûtkeyê, pêşî li rojavabûnê temaşe dikin.
Abdullah Kuşê li gundê Suduragiyê dijî, ji nûçegihanê AA)yê ra got ku derbaskirina şevê di atmosfêreke wiha da gelek xweş bû.
Mamosteyê perwerdeya pîşeyî û wênegirê xwezayê Yusuf Orta jî anî ziman ku ew li herêmê li dîmeneke hêjayî dîtinê ye, dinihêrin.