Sabri Yıldırım
09 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2026
Koçerên ku li bajarên germ ên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê heywandariyê dike, di heyama havînê da bi hezaran heywanan va li zozanên Çiyayê Kurtîkê kon vedidin.
Havînê bajarên wekî Batman, Mêrdîn û Sêrtê pir germ in. Koçerên van bajaran biharê berê xwe didin Mûşê û li quntarê Çiyayê Kurtîkê ku raqima wê 2 hezar û 645 e, konên xwe vedigrin.
Li zozanên ku raqima wan bilind e, celeb celeb gîha lê heye û ava wan zêde ye, koçer seranserê havînê dimînin, bi şîrê ku ji heywanan didoşin va mast, rûnê nivîşk û penêr çêdikin, difiroşin û seba zivistanê amadehiyê dikin.
Koçer li zozanê ku belekiyên berfê hê jê xalî nebûne û hênik e, di nava siruştê da wextê xwe derbas dikin û pezê xwe xwedî dikin. Payîzê bi çêbûna sermayê ra jî çendîn rojan rêwîtiyê dikin ku vegerin warê xwe.
Koçer Davut Geçîtê ku ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatiye ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew havînan birên pez dibin ser belekiyê berfê ku hênik bibin.
Geçît daxuyand ku bi vê rêbazê va tesîra germê zêde ser heywanan çênabe.
Îbrahîm Geçît jî got ku ew rojê du danan pez tînin ser belekiyên berfê û wiha dewam kir, "Bi saya hewaya hênik û ava paqij heywan nexweş nakevin, nexweşiyên ji ber germê kêm tên dîtin."