Çemê Telekê ku şaxeke Çemê Arpaçayê ye û yek ji çemên sereke yên herêmê ye, bi ava berfa dihele û avên kaniyan yên ji çiyayên bilind diherikin çêdibe, di navbera gundên Okuçuglu û Tepecik da dirêj dibin.
Li herêma ku ceh, genim, kelem û gizer û garisê silajê tên çandin, cotkar ji bo avdana zeviyên xwe ava çeman bi kar tînin.
Dewar û pez jî ji van çavkaniyên avê avê vedixwin.
Keriyên ku li ber çeman diçêrin dîmenên xweşik derdixin holê.
Rêveberê Çandinî û Daristanê yê Qersê Enver Aydin ji nûçegihanê AAyê ra got ku Deşta Qersê ji hêla çemên bi kêş û pêş va dewlemend e.
Enver Aydin diyar kir ku çemên li Qersê yên bi baranê ra gur û şên dibin ji bo çandinî û xwedîkirina heywanan gelekî bi kêr tên.