Sabri Yıldırım
22 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2026
Malbatên ku ji Mêrdînê hatine Mûşê, li qontarê çiyayên Şenyayla û Andokê ji êzingên darberûyan bi zehmeteke mezin komira manxalê çêdikin.
17 malbatên ku derdora 100 kesî ne, li qadên ku dewletê destûr daye wan, darberûyan jê dikin û bi traktoran dikişînin qada xebatê.
Endamên malbatê yên ku sibê zû dest bi karê xwe dikin, êzingan yek bi yek diedilînin ku qonaxa bingehîn a hilberîna komira manxalê ye.
Di pêvajoya hilberînê da ya ku mêr, jin û zarok pêk va dixebitin, êzing fenanî qubikan li ser hev tên bicihkirin. Êzingên qûçkirî dû ra bi ka û axê va tên venixumandin û bi vî awayî bi şêweyeke kontrolkirî bi agir tên hilkirin.
Piştî pêvajoya komirbûnê ya ku derdora mehekê diajo, komirên manxalê tên pakêtkirin û ji firotanê ra amade dibin.
Davut Sazanê 65 salî ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji zaroktiya xwe û vir va karê hilberîna komirê dike û her wiha bal kişand ku ji bo debara malê, ew her sal bi malbatî tê Mûşê.
Rojda Sazana dayika 5 zarokan jî diyar kir ku jin di hemû qonaxên hilberînê da peywirê bi cih tînin.
Bilal Erezê Mixtarê Gundê Kayalisuyê jî destnîşan kir ku hilberîna komira manxalê bi îzna dewletê tê kirin û her wiha bal kişand ku gelek malbat ji vî karî debara xwe dikin.