Dinya

Îzzetbegovîçê Serokomarê ewil ê Bosna Hersekê li ser gora wî hat bibîranîn

Elvır Hodzıc, Lejla Biogradlija  | 19.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Îzzetbegovîçê Serokomarê ewil ê Bosna Hersekê li ser gora wî hat bibîranîn

Saraybosna

 Serokomarê ewil ê Bosna Hersek a serbixwe Aliya Îzzetbegovîç di 18mîn salvegera mirina xwe da li ser gora li Goristana Şehîdan a Kovaçiyê ya li paytext Saraybosnayê ye da hat bibîranîn.

Di merasima bibîranînê ya Îzzetbegovîçê ku seranserê jiyana xwe ji bo gelên Boşnax ên Misilman têkoşiya bû da Serokê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê Zeljko Komsic, Endamê Konseyê yê Boşnax Sefik Dzaferovic û Serokê Giştî yê Partiya Çalakiya Demokratîk û Serokê Meclisa Gelan a Bosna Hersekê Bakir Îzzetbegovîç û gelek jî welatî beşdarî merasimê bûn.

Dzaferovic di daxuyaniya li vê derê da got ku Îzzetbegovîç ji bo serxwebûna Bosna Hersekê gelek hewl da û ewê hertim minetdarê wî bin û wiha pê da çû: "Di demên herî bizehmet da alî Bosna Hersekê dikir û em ê hergav Aliya Îzzetbegovîç bi bîr bînin."

- 19ê Cotmeha 2003an da wefat kir

Îzzetbegovîç di 8ê Tebaxa sala 1925an da li Bosanskî Samats a bajarê Bosna Hersekê hat dinyayê. Seranserê Şerê Cîhanê yê Duyemîn da li hemberî îdeolojiya faşîst, paşê jî li hemberî sepandinên rejima komunîst navê xwe da bihîstin.

Di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn da jî di nav teşkîlata Mladî Misilman (Ciwanên Misilman) ku xwendekarên kolej û zanîngehê yên wê demê ji bo parastina boşnakan a li hemberî qirkirina menewî û biyolojîk ava kiribûn da bi çalakî cih girt. Ji sala 1946an heta 1983an du caran hat girtin.

Îzzetbegovîç xwest ku gelê boşnak ji hîsnizmiyê xilas bike û bi vê armancê Partiya Çalakiya Demokrat (SDA) a ku îro hê jî li Bosna Hersekê partiya herî xurt e ava kir û di navbera 1992-1995an da jî pêşengiya gelê xwe kir.

Lîderê Boşnax di sala 1995an da Peymana Aştiyê ya Daytonê ku dawî li şer anî îmze kir û ji welatiyên xwe ra dewleteke ku di qada navneteweyî da hat naskirin, hişt.

Îzzetbegovîç di sa 2000î da ji ber aciziya canê xwe dev ji wezîfeya xwe ya Konseya Serokatiya Dewletê berda û di 19ê Cotmeha 2003an da li Saraybosnayê wefat kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.