Dinya

Zozanvanên li Çiyayê Agiriyê bi vejena tavê pirsgirêka ronîkirinê çareser dikin

Zozanvanên ku bi dewar û pezên xwe ra derketin zozanên li Îdirê hewcehiya xwe ya ceyranê ya ku pirsgirêka wan a herî mezin e panelên vejena tavê bi kar tînin

Elif Irmak   | 30.06.2020
Zozanvanên li Çiyayê Agiriyê bi vejena tavê pirsgirêka ronîkirinê çareser dikin

Iğdır

Zozanvanên ku bi dewar û pezên xwe ra derketin zozanên li quntara Çiyayê Agiriyê û Çiyayê Arasê li herêma ku lê xeta neqla vejenê tunne bi panelên tavê konên xwe ronî dikin.

Zozanvanên li Îdirê ji bo peydakirina mêrgan havînan bi pez û dewarên xwe ra koçî zozanan dikin û dijî şertê mercên dijwar ên tebîatên têkoşînê didin.

Li zozanên ku lê xeta neqla vejenê tune û pirsgirêka herî mezin çavkaniya ceyranê û ronîkirin e zozanvan bi panelên vejena tavê çareserî dîtine û konên xwe yên reş jî bi vî awayî ronî dikin.

Zozanvan havîna xwe li zozanên Korhan, Serdarbulak, Gewro, Bilîcan û Karabulaka ku ya herî nizim 2 hezar mêtro bilind e derbas dikin û hemû hewcehiyên xwe bi vejena tavê pêk tînin.

Zozanvan bi panelên tavê yên ku datînin ser konên xwe yên reş vejena rojê depo dikin û bi şev jî bi vê vejena depokirî konên xwe ronî dikin. Zozanvan fenerên ji bo ronîkirinê û telefonên destan jî bi saya van panelên tavê şarj dikin.

Ji zozanvanan Yildirim Erkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku vejena tavê li zozanan karê wan gelekî hêsan dike.

Erkuş diyar kir ku di vê heyamê da li zozanan vejena tavê yek ji tiştên herî girîng e û got ku "Em bi panelên vejena tavê fenerên destan û telefonan şarj dikin. Bi şev vejena ku naveroj hatiye depokirin konên xwe ronî dikin. Em hewcehiya xwe ya ceyranê bi van panelan çareser dikin."

- "Vejena tavê jiyana me hêsan kir"

Ji zozanvanan Ugur Kabur jî got ku konên xwe berê bi lembeyên xazê ronî dikirin û ev gotin:

"Em niha bêyî ku tu pere bidin bi vejena rojê konên xwe ronî dikin. Vejena rojê jiyana me gelekî hêsan kir. Bêhna wê tune, gelekî xweş ronahî dide. Me berê di radyoyên xwe da pîl bi kar dianî, em niha hemû eşyayên xwe yên elektronîk, telefonên destan bi vejena rojê şarj dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın