Dinya, Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy ragihand, di 8 salên dawîn da di êrîşên Rûsyayê da 14 hezar Ukraynayî hatin kuştin

Ruslan Rehimov  | 15.04.2022 - Rojanekırın : 15.04.2022
Zelenskiy ragihand, di 8 salên dawîn da di êrîşên Rûsyayê da 14 hezar Ukraynayî hatin kuştin

Kiev

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand, di 8 salên dawîn da di êrîşên Rûsyayê da 14 hezar Ukraynayî hatin kuştin.

Zelenskiy di vîdeo peyama xwe da diyar kir ku şerê Rûsyayê yê dijî Ukraynayê di 24ê Sibatê da dest pê nekir, lê artêşa Rûs ji 2014an vir va êrîşî Ukraynayê dike.

Zelenskiy bal kişand ku Rûsan, Qirim bi dest xistin veguherandin baregeheke eskerî ya mezin, Behra Reş û Azak kirin ji deryayên herî xeternak ên dinyayê û wiha got, "Li Donbasa me şerekî tirsnak û bêdawî dan destpêkirin. Di tevahiya 8 salan da însanên me kuştin. Di vê maweyê da 14 hezar însan hatin kuştin."

Zelenskiy destnîşan kir, ji ber bêdengiya dinyayê Rûsyayê biryara destpêkirina şerê berfireh da.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın