Dinya

Zelenskiy diyar kir ku hejmara eskerên Ukraynayê yê were zêdekirin

Dmitri Chirciu  | 01.02.2022 - Rojanekırın : 02.02.2022
Zelenskiy diyar kir ku hejmara eskerên Ukraynayê yê were zêdekirin

Moskova

 Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir biryarname îmze kir ku hejmara eskerên Ukraynayê zêde bikin.

Zelenskiy li Parlementoya Ukraynayê axivî û diyar kir ku dibê kapasîteya parastina Ukraynayê were hêzdarkirin û ji bo vê biryarname îmze kir.

Zelenskiy got biryarname derbasbûna "bingeha profesyonel" a artêşê pêşniyaz dike û wiha pê da çû:

"Li gor vê biryarnameyê kariyera personelên eskerî ew ê were pêşxistin, mehane were zêdekirin û di nav 3 salan da 100 hezar kesan li artêşê zêde bikin. Ev ji bo şer nîne ji bo aştiya Ukraynayê ye."

Parlementoya Ukraynayê di tîrmeha 2021î da qanûn qebûl kiribû ku hejmara esker û personelên sivîl ji sedî 4,4 zêde bikin û derxin 261 hezar kesî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın