Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy bangî serokên dinyayê kir ku dijî Putîn mueyîde bên kirin

Talha Yavuz  | 24.02.2022 - Rojanekırın : 24.02.2022
Zelenskiy bangî serokên dinyayê kir ku dijî Putîn mueyîde bên kirin

Kiev

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy bangî serokên dinyayê kir ku dijî Rûsyayê mueyîde bên kirin.

Zelenskiy li ser medyaya civakî vîdeoyek weşand û got ew bi Serokê Amerîkayê Joe Bîden, Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson û Serokê Konseya YEyê Charles Michel ra li ser telefonê axiviye û wan dest bi koalîsyoneke dijî Putîn kiriye.

Zelenskiy bangî serokên dinyayê kir ku dijî Rûsyayê mueyîde bên kirin, alîkariya eskerî li welatê wî bê kirin û qadên esmanî ji Rûsyayê ra bên girtin.

Zelenskiy wiha got: "Em mecbur in ku bi hev ra Ukraynayê xelas bikin."

Zelenskiy anî ziman ji bo piştgiriya artêşê wan her tişt kiriye û bangî gel kir ku bila ew netirsin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın