Dinya

YPG/PKKya rêxistina terorê fuze avêt Efrînê 3 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl birîndar bûn

Erdal Türkoğlu   | 20.11.2021
YPG/PKKya rêxistina terorê fuze avêt Efrînê 3 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl birîndar bûn

Hatay

 Walîtiya Hatayê diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê bi fuzeyê êrîşî Efrînê kir, di êrîşê da 3 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Walîtiya Hatayê da hat destnîşankirin ku duh di saet 18.00an da li dijî navenda Efrînê êrîş hat kirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"YPG/PKKya rêxistina terorê 6 fuze avêtin navenda Efrînê, li gor tesbîtên ewil 3 sivîl hatin kuştin û 10 sivîl jî birîndar bûn. Hat tesbîtkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê û tên dermankirin. Di kordinasyona Walîtiya me da yekeyên ewlehiyê bi meqamên edlî ra têkilî danîn û dest bi tehqîqatê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın