Dinya

YPG/PKK ji bo plana federasyonê û zêdekirina alîkariyên navneteweyî "nifûs dijmêre

Ethem Emre Özcan, Eşref Musa, Ömer Koparan  | 20.05.2022 - Rojanekırın : 23.05.2022
YPG/PKK ji bo plana federasyonê û zêdekirina alîkariyên navneteweyî "nifûs dijmêre

Tel Abyad

YPG/PKKya rêxistina terorê li axa Sûriyeyê ya dagir kiriye bi armanca ku plana xwe ya federasyonê bike rewacê û alîkariyên navneteweyî bide zêdekirin nifûsê dijmêre.

YPG/PKKyî ji 7ê Gulanê vir va li navçeyên Malikiye, Qamoşlo, Dirbesiyê yên ser Hesekê û herêmên Rumeylan, Gula Axa, Ceza, Til Hamis û Til Berraqê di bin navê "nifûs jimartinê" da milet mîm dike.

Endamên YPG/PKKyê bi cil û bergên sivîl diçin malan û ji kesên li malê agahiyên ol, nijad, roja ji dayikbûnê, navnîşan, ezep yan zewicî ne, karê ku dikin, asta perwerdehiyê û rewşa wan a sihetê dipirsin. Endamên rêxistinê der heqê mal û milkên malbatan û yên xizmên wan ên li dervayî welêt da jî agahiyan berhev dikin û ev yek jî balê dikişîne.

Di rojên pêş da rêxistin wê li navenda Hesekê, Dêrazor, Reqa û Minbic û Kobanê ya li ser Helebê ne jî wê heman karî birêva bibe.

AAyê bi kesên beşdarî qaşo hilbijartina nifûsê bûn, hin siyasetmedarên herêmî û çavkaniyên dîplomatîk ra der heqê armanca rêxistina terorê da hevdîtin kir. Di encama hevdîtinan da derket holê ku YPG/PKKya rêxistina terorê ji bo plana federasyonê bike rewacê û alîkariyên navneteweyî zêdetir hilde vê xebatê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.