Dinya

YPG/PKK gelê Dêrazorê ji dewlemendiya petrolê mehrûm dihêle

Haydar Şahin, İbrahim Atmaca  | 18.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
YPG/PKK gelê Dêrazorê ji dewlemendiya petrolê mehrûm dihêle

Ankara

 YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Sûriyeyê bazirganiya petrolê bi rejima Beşar Esed ra didomîne bi hatina zivistanê va gelê li Dêrazorê bê sotemenî dihêle.

YPG/PKKya rêxistina terorê ya ji sedî 70yî çavkaniyên petrolê yên li Sûriyeyê dagir kiriye gelê herêmê ji dewlemendiyan mehrûm dihêle.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî sitandin, li Dêrazorê ya bi piranî lê Ereb dijîn îstasyonên sotemeniyê yên girêdayî YPG/PKKyê di îlonê da dest pê kirin bi karneyê sotemenî dan bi hincet qasî ku têrê dike sotemenî tune an jî qalîteya wê kêm e sotemeniyê nade gel.

Bi vî awayî YPG/PKKya bi soza piştgiriya sotemeniyê gel xepandibû, gel mehkûmî borseya reş ya bazirganên hevkarên xwe dike.

Piraniya malbatên merûzî pêkanîna bi zanatî ya rêxistina terorê mane karnameyên di destê xwe da bi erzanî difroşin xwediyê îstasyonan, ji borseya reş 3 qat bihayê zêde sotemeniyê dikirin.

Li qereborsayê lîtreya mazotê bi 500 lireyî Sûriyeyê (1,5 lireyê Tirkiyeyê) tê firotin, gelê Dêrazorê sala par van çaxan lîtreya mazotê bi 165 lireyê Sûriyeyê (0,5 lireyê Tirkiyeyê) dikirîn.

- "Bi navbeynkariya bazirganan bi bihayê zêde difroşin gel"

Kesekê ji Zibyanê yê nexwest navê xwe bide daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Komisyonên girêdayî HSDyê (YPG) yên belavkirina sotemeniyê ji bo gel karneyên xwe yên sotemeniyê bifroşin bazirganan bi zanatî mazotê nadin."

Şêniyê Ziybanê diyar kir ku wî qarnameya xwe ya mazotê erzanî firot, ku pêdiviya wî bi mazotê çdibe jî ji qereborsayê 3 qatî zêdetir dide û dikire.

Sûriyeyî der barê bazirganiya neftê ya ku rêxistin bi rejimê ra dike da jî axivî û wiha got, "Nefta ku tê derxistin rêxistin an bi rêya bazirganên tevkarên xwe bi bihayekî zêde difiroşe gel an jî li ber çavê her kesî direvînin herêma rejimê."

- Bazirganiya sotemeniyê ya YPG/PKK û Esed dewam dike

YPG/PKKya rêxistina terorê nefta ku ji herêmên bi piştgiriya Amerîkayê dagir kiriye derdixe, difroşe rejima Esed a ku Amerîka wê tengav kiriye û vê bazirganiyê didomîne.

Di vê çarçoveyê da rêxistina terorê her roj nîvendî barê 500 TIRî neftê difroşe herêma rejima Esed.

Nûçegihanên AAyê di hefteya ewil a mijdarê da li herêmên ku di binê dagirkeriya rêxistina terorê da ye, dîmena tankerên neftê yên aîdê Husam Qatirciyê parlamenter û rêvebirê milîsan, kişandibûn. Qatirci ji bazirganiya rejimê ya bi rêxistinên terorê ra berpirsiyar e û di nav lîsteya tengavkirinê ya Amerîkayê da ye.

- Çavkaniyên vejenê yên li Dêrezorê

Dêrezora ku hakimê sînorê Iraqê ye, li welêt xwediyê çavkaniyên herî mezin ên vejenê ye. Li rojhilatê Çemê Feratê 11 qadên herî mezin ên neftê hene.

YPG/PKK bi piştgiriya Amerîkayê li Sûriyeyê ji sedî 70yê çavkaniyên neftê dagir kiriye.

Rêxistina terorê li bakurê rojhilatê Dêrezorê Konîkoya tesîsa xazê ya herî mezin di 23yê îlona 2017an da bi dest xistibû, di 22yê cotmeha 2017an da jî el-Omera sehaya neftê ya ku li Sûriyeyê ya herî mezin e, dagir kiribû.

Rafîneyên neftê yên li welêt jî do binê kontrola hêzên rejimê da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın