Tolga Akbaba
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokomar li Qesra Saadabadê ya li paytext Tehranê, bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra hevdîtin pêk anî.
Yilmaz ji bo beşdarî merasima fermî ya ji bo rêberê berê yê Îranê Elî Xamaney bibe, hat Îranê.
Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokomar li ser hesabê xwe yê li ser platforma medyaya civakî parvekirinek li ser hevdîtina xwe ya bi Pezeşkiyan ra parve kir.
- Ji bo rêberê berê yê Îranê Xameney merasimeke fermî ya dewletê tê lidarxistin
Li paytext Tehranê ji bo rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyê ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya roja 28ê Sibatê da hatibû kuştin, merasimeke fermî ya dewletê tê lidarxistin.
Nûnerên gelek welatan, ligel rayedarên Îranî û gel, beşdarî merasima fermî dibin ku li Mizgefta Îmam Xumeynî ya Musallayê li Tehranê tê lidarxistin.
Cevdet Yilmazê alîkarê Serokomar li ser navê Tirkiyeyê beşdarî merasimê dibe.