Tolga Akbaba
03 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2026
Cevdet Yilmazê alîkarê Serokomar û şandeya pê ra hat Tehrana paytextê Îranê.
Yilmazê alîkarê Serokomar li balafirgehê ji aliyê Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Teknolojiyê yê Îranê Huseyîn Simayî Serraf û Balyozê Tirkiyeyê yê li Tehranê Hicabî Kirlangiç va hate pêşwazîkirin.
- Ji bo rêberê berê yê Îranê Xameney merasimeke fermî ya dewletê tê lidarxistin
Li paytext Tehranê ji bo rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyê ku di êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya roja 28ê Sibatê da hatibû kuştin, merasimeke fermî ya dewletê tê lidarxistin.
Nûnerên gelek welatan, ligel rayedarên Îranî û gel, beşdarî merasima fermî dibin ku li Mizgefta Îmam Xumeynî ya Musallayê li Tehranê tê lidarxistin.
Cevdet Yilmazê alîkarê Serokomar li ser navê Tirkiyeyê beşdarî merasimê dibe.