Dinya

YE plan dike ku qismekî bazirganiya serbest a bi Îsraîlê ra bide sekinandin

Selen Valente Rasquinho, Ata Ufuk Şeker  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
YE plan dike ku qismekî bazirganiya serbest a bi Îsraîlê ra bide sekinandin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji welatên endam ra teklîf kir ku îmtiyazên bazirganî yên ji bo malên Îsraîlê bidin sekinandin û rayedarên Îsraîlê tengav bikin.

Nûnera Payebilind a Polîtîkayên Dereke û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û Endamê Berpirs ê Bazirganiya Komîsyona YEyê Maros Sefcovic li Brukselê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û hûrgiliyên teklîfa tengavkirinê ya ji bo Îsraîlê eşkere kir.

Kallasê got, "Êrîşa dijî Xezeyê ya hikûmeta Îsraîlê qonaxeke din a şer e û wê krîza însanî zêdetir bike" û diyar kir ku wê ji bo wezîrên tundraw ên Îsraîlî, akinciyên tundraw ên ku dest dane ser axa Filistînê ya dagirkirî û saziyên ku piştgiriya wan dikin, pakêta tengavkirinê pêşkêş kir.

Kallasê got, "Ez pir eşkere bibêjim, armanc cezakirina Îsraîlê nîne, qenckirina rewşa însanî ya li Xezeyê ye."

Kallasê destnîşan kir, "Ji bo ku qismekî îmtiyazên bazirganî bisekinin, Komîsyona YEyê pêşniyazek qebûl kir."

Welatên endam wê di Konseya YEyê da Teklîfa Komîsyona YEyê binirxînin. Ji bo ku pejirandina teklîfê erêkirina piraniyê hewce dike.​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.