Dinya

Xweşikahiyên xwezaya Tunceliya ku aram bû mirov hejmetkar dihêle

Sidar Can Eren  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Xweşikahiyên xwezaya Tunceliya ku aram bû mirov hejmetkar dihêle

Tunceli

TUNCELÎ (AA) - Li Tunceliya ku bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê yên dijî rêxistinên terorê aram bû, xweşikahiyên xwezaya navçeyên Ovacix, Pulumur û Nazimiyeyê yên bi tonên rengê kesk xemilîn, mirov hejmetkar dihêle.

Tunceliya ku di navbera çiyayên asê da ava bûye û raqima wê 940 metre ye, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî her demsal xweş e.

Bajarê ku bi xweşikahiyên xwe yên çandî û xwezayî derdikeve pêş, bi germbûna hewayê ra çiyayên bilind bi tonên rengê kesk xemilîn.

Çiyayên Munzurê û yên Mercanê yên li navçeya Ovacixê nexasim bi golên xwe di turîzma xwezayê da derdikevin pêş. Li van çiyayan 17 gol hene ku bi ava berfa çêdibin. Mehên havînê xwezahez golên Qatir, Qeregol, Kepir û Mercanê ziyaret dikin.

- Çiyayên Pulumurê bi koçeran şên dibin

Li navçeya Pulumurê jî çiyayên Baxirpaşa, Hêl, Zêl û Meydanê yên têrçêre di navbera mehên hezîran-îlonê da malbatên koçer ên pez xwedî dikin, diezimînin. Koçer bi germbûna hewayê ra derdikevin zozanan û payîzê paşê vedigerin.

Her wisa li navçeya Nazimiyeyê jî çiyayên Anîk, Silbis û Dokuzkayayê yên ku bi sedan celebên nebatên endemîk lê hene, mozvanan diezimînin. Mozvan li van çiyayan hingivê organîk digirin.

Wênegir Malîk Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew hefteyê carekê diçin navçeyekê, ji xwe ra digerin û wêneyên xweşikahiyên xwezayê dikişînin.

Koçer Suleyman Karakuş jî bal kişand ku çiyayên Tunceliyê her demsal xweş in û havînê ew derdikevin zozanên çiyayên Pulumurê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın