Dinya, Herekata Kaniya Aştiyê

Xrîstiyanên Iraqî bertek nîşanî dijberiya Amerîkayê ya dijî operasyonê da

Weqfa Xrîstiyanên Iraqê bertek nîşanî dijberiya Amerîkayê ya dijî Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê dike, da

15.10.2019 - Rojanekırın : 19.10.2019
Xrîstiyanên Iraqî bertek nîşanî dijberiya Amerîkayê ya dijî operasyonê da

Ankara

Weqfa Xrîstiyanên Iraqê bertek nîşanî dijberiya Amerîkayê ya dijî Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiye li bakurê Sûriyeyê dike, da.

Weqfa Xrîstiyanên Iraqê (Iraqî Christian Foundation) ya ku navenda wê li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistanam Iraqê ye daxuyaniyek da.

Weqfê bertek nîşanî biryara mueyîdeyên dijî Tirkiyeyê ya ku ji hêla Donald Trumpê Serokê Amerîkayê va hatibû îmzekirin. Weqfê di daxuyaniyê da axaftina Mike Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê jî rexne kir û wiha got:

"Xrîstiyanên Sûriyeyî çend sala dijî zextên terorîstên Kurd-YPG Marksîstan yên li bakurê welêt derdikvein. Mîke Penceyê Alîkarê Serokê Amerîkayê qenciyê li Xrîstiyanan nake. Berevajî bi fikira mizakereyên bi YPGê ra zirarê dide Xrîstiyanên Sûriyeyî."

YPG/PKKya rêxistinê terorê li bakurê Sûriyeyê dijî kêmneteyên Xrîstiyanên suîqesdan dike, berê wan bi zorî dide koçberiyê û malê wan ji wan distîne.

Terorîstên ser navê baceyê ji Xrîstiyanan xeracê kom dike û midaxeleya perwerdeya wan dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın