Dinya

Xezaliyê pêşengê milîsên şîe yên Iraqê eskerên Amerîkayê tehdîd kir

Haydar Karaalp  | 30.06.2021 - Rojanekırın : 01.07.2021
Xezaliyê pêşengê milîsên şîe yên Iraqê eskerên Amerîkayê tehdîd kir

Baghdad

Li Iraqê Qeys Xezaliyê pêşengê Tevgera Asayîb Ehlîlheqê ku girêdayî Heşda Şebî ye, ji bo "tolhildanê" eskerên Amerîkayê bi kuştinê tehdîd kir.

Xezalî di têlevîzyonê da axivî û li ser êrîşa ku Amrîkayê li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê bir ser milîsên Heşda Şebî sekinî.

Pêşengê hêza milîs a şîe bi "Em kesên ku xwînê birêjînin û axatiya şer bikin, nînin. Her wiha hêzên berxwedêr di mijara nerijandina xwînê da baldar in." dest bi axaftina xwe kir û paşê qala tolhildanê kir.

Xezalî wiha axivî ,"Di heyama pêş da taktîka me ew bû ku em zirarê bidin eskerên dijmin (yên Amerîkayê) ku paşve vekişin. Amerîka rêzê nîşanî nerêtina xwîna gelê Iraqê nade û bi xwe xwîn rijand û şer bire qonaxeke din. Em ê jî ji bo tola ciwanên xwe (kesên ku di êrîşê da hatin kuştin) xwîna eskerên hêzên dagirker (Amerîka) birêjin û wisa hildin."

Xezalî daxuyand, heke Amerîka dijî Heşda Şebiyê êrîşan bidomîne ew ê bersivê jî bidin û wan seba vê yekê amadehiya xwe kiriye.

Hatibû ragihandin ku hêzên eskerî yên Amerîkayê 27ê hezîranê roja yekşemê li herêma sînorê Iraq-Sûriyeyê êrîşa esmanî bir ser milîsên Heşda Şebî. Aliyê Heşda Şebî daxuyandibû ku di êrîşê da 4 milîs hatin kuştin.

Ji bo kesên ku di êrîşê da hatin kuştin duh li Bexdayê merasima cinaze ya sembolîk hat kirin û gelek pêşengên milîsên şîe başdarî merasimê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın