Dinya

Xetên ragihandinê yên di navbera Koreya Bakur û Başûr da salekê şûnda dîsa hatin vekirin

Ömer Faruk Yıldız  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Xetên ragihandinê yên di navbera Koreya Bakur û Başûr da salekê şûnda dîsa hatin vekirin

Kuala Lumpur

 Di daxuyaniya Ofêsa Serokomariya Koreya Başûr da hat diyarkirin ku ji bo vekirina xetên ragihandinê yên di navbera herdu welatan da hatibûn girtin ji meha nîsanê vir va Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur û Moon Jae-înê Serokomarê Koreya Başûr ji hev ra nivîs dişandin û encameke baş hat bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xetên ragihandinê yên di navbera herdu welatan da dîsa hatin vekirin û hat gotin temenî dikin ku "Têkiliya herdu welatan di dema herî nêz da bi pêewlebûna hevpar va dîsa were başkirin."

Ajansa dewletê ya Koreya Bakur jî daxuyaniya Koreya Başûr piştrast kir.

Par çalakvanên ji Koreya Başûr bi rêya behra va danezanên Koreya Bakur protesto dikin li sînorê Koreya Bakur belav kiribûn ji ber ku Koreya Başûr tevdîr hilneda ku pêşî li çalakvanan were birîn hikûmeta Koreya Bakur biryar dabû ku rêyên ragihandinê yên bi Koreya Başûr ra werin sekinandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın