Dinya

Xelîfe Hefterê serkirdeyê derbekar yê li rojhilatê Libyayê banga agirbestê red kir

Xelîfe Hefterê serkirdeyê derbekar yê li rojhilatê Libyayê, redda bangên agirbestê kir û daxuyand ku dê di "operasyonên eskerî" de berdewam be.

Ahmet Aydın   | 09.01.2020
Xelîfe Hefterê serkirdeyê derbekar yê li rojhilatê Libyayê banga agirbestê red kir

Trablus

Xelîfe Hefterê serkirdeyê milîsên çekdarên li rojhilatê Libyayê, banga Tirkiye û Rûsyayê ya di çarçoveya çareseriya qeyranê de ji bo agirbestê piştî 12ê vê mehê red kir.

Ahmed Mismariyê Berdevkê koma çekdar a bi navê Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya bi serektiya General Xelîfe Hefterê derbekar, li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê daxuyaniyek da.

Mismarî di daxuyaniya xwe ya dîtbarî de bangên ji bo agirbestê red kir û anî ziman ku dê di "operasyonên eskerî" de berdewam bin.

Berdevkê hêzên Hefter ji bo banga agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê bêyî ku navê Tirkiyeyê bîne got, "Em ji banga agirbestê ya Pûtîn kêfxweş bûn. Lêbelê cenga me ya li dijî rêxistinên terorê ku Trablûs xistine bin destê xwe û piştevaniya hinek welatan distînin, dê heta dawî bidome."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın