Dinya

Wezîrên Karê Derva yên 14 welatên endamê YEyê bangî Rûsya û Sûriyeyê kirin

Wezîrên Karê Derva yên 14 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê bangî rejima Sûriyeyê piştgirên wî kir ku êrîşên li Îdlibê bi dawî bikin û li gor agirbesta ku di payîza 2018an da hat qebûlkirin, tevbigerin

İbrahim Atmaca  | 26.02.2020 - Rojanekırın : 26.02.2020
Wezîrên Karê Derva yên 14 welatên endamê YEyê bangî Rûsya û Sûriyeyê kirin

Berlin

Wezîrên Karê Derva yên 14 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) bangî rejima Sûriyeyê piştgirên wî kir ku êrîşên li Îdlibê bi dawî bikin û li gor agirbesta ku di payîza 2018an da hat qebûlkirin, tevbigerin.

Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Yves LeDrian, Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heiko Maas, Wezîrê Karên Derva yê Îtalyayê Luigi Di Maio, Wezîrê Karên Derva yê Hollandayê Stephanus Blok, Wezîra Karên Derva ya Spaniyayê Arancha Gonzalez Laya, Wezîrê Karên Derva yê Portekizê Augusto Ernesto Santos Silva, Wezîrê Karên Derva yê Belçîkayê Philippe Goffin, Wezîrê Karên Derva yê Estonyayê Urmas Reinsalu, Wezîrê Karên Derva yê Polonyayê Jacek Czaputowicz, Wezîrê Karên Derva yê Litvanyayê Linas Linkevicius, Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindei, Wezîrê Karên Derva yê Danimarkayê Jeppe Kofod, Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto û Wezîrê Karên Derva yê Îrlandayê Simon Coveney ji bo portala nûçeyan a Alman t-onlineyê gotareke hevpar nivîsî.

Di gotarê da wiha bangewazî hat kirin, "Em bangî rejima Sûriyeyê û piştgirên wê dikin ku vê êrîşê bi dawî bikin û li gor agirbesta ku di payîza 2018an da hat qebûlkirin, tevbigerin. Em wan dewet dikin ku demildest şer bidin sekinandin û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya maf û hiqûqa navneteweyî da bi cih bînin."

Di gotarê da hat destnîşankirin ku "Em bangî Rûsyayê dikin, ji bo ku vê rewşa tirsnak a li Îdlibê sivik bikin û piştgiriyê bidin çareseriyeke siyasî, bi Tirkiyeyê ra mizakereyan bidomînin."

Di gotarê da hat gotin ku li Sûriyeyê krîz tenê bi pêvajoyeke siyasî dikare were çareserkirin, lê rejimê tenê stratejiya eskerî daye ber xwe.

Di gotarê da wiha hat gotin: "Li Cenevreyê Nûnerê Taybet ê NYê Geir O Pedersen ji bo qanûna bingehîn hevdîtinan dike, lê rejim van hevdîtinan asteng dike û pêvajoyên siyasî balte dike."

Di gotarê da hat gotin "Ji bo ku sûcên li Sûriyeyê hatin kirin, bê ceza nemînin, em ê hewildanên xwe bidomînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.