Dinya

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Lînde: "Em ê li gor mixtiraya sêalî tevbigerin"

Selen Temizer  | 05.07.2022 - Rojanekırın : 06.07.2022
Wezîra Karên Derva ya Swêdê Lînde: "Em ê li gor mixtiraya sêalî tevbigerin"

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Anne Lîndeyê got: "Em ê li gor mixtiraya sêalî tevbigerin û bişopînin. Mekanîzmayeke me ya hevpar wê hebe. Ez hêvî dikim her sê welêt jî bibînin ku ev mixtirayeke baş e û derfetê bide ku parlamentoya Tirkan jî dikare wê pesend bike."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi Wezîra Karên Derva ya Swêdê Anne Lînde û Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê Pekka Haavîsto ra protokola beşdarbûnê ya îtifaqê îmze kir û paşê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Stoltenberg der barê pêvajoya pesendkirinê da got divê protokol pêşkêşî 30 welatên endam bê kirin û di parlamentoya wan da bê qebûlkirin, lê gelek welêt wê bilez vê yekê bikin.

Stoltenberg wiha axivî: "Ez bawer im mitefîq wê bilez û hêsan wê pêvajoya pesendkirinê wê bimeşînin. Di mînaka dawîn ya wek vê pêvajoyê da pêvajoya pesendkirinê 12 mehan ajotibû. Ji ber vê ez nikarim eşkere bibêjim, lê em behsa mehan dikin."

- "Me guh da fikarên Tirkiyeyê"

Li ser pirsekê Lîndeyê wiha got: "Ez hêvî dikim pêvajoya pesendkirinê bilez be. Em ê li gor mixtiraya sêalî tevbigerin û bişopînin. Mekanîzmayeke me ya hevpar wê hebe. Ez hêvî dikim her sê welêt jî bibînin ku ev mixtirayeke baş e û derfetê bide ku parlamentoya Tirkan jî dikare wê pesend bike."

Lîndeyê daxuyand mizakereyên bi Tirkiyeyê ra bi rêzdarî çêbûn û wiha got: "Me guh da fikarên Tirkiyeyê."

Lîndeyê got dema ew bibin endam jî ew ê bi Tirkiyeyê ra bi awayekî baş bixebitin, mijarên dersînorkirin û îadekirina şexsan wê li gor hiqûqê bên meşandin.

Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê Haavîsto jî got ew hêvî dikin pêvajoya pesendkirinê bi lez temam bibe.

Haavîsto got ew bi salan e bi Tirkiyeyê ra têkiliyên baş didomînin û wiha axivî: "Di mixtirayê da em li ser hemû fikarên Tirkiyeyê sekinîn, ji ber wê hêvî dikim di mijara beşdarbûnê da Tirkiyeyê vê yekê qebûl bike."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın