Dinya

Wezîra Karên Derva ya Swêdê Linde: "Em bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye"

Atila Altuntaş  | 15.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Wezîra Karên Derva ya Swêdê Linde: "Em bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye"

Stockholms Lan

 Wezîra Karên Derva ya Swêdê Ann Lindeyê diyar kir, ew bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye.

Lindeyê daxuyaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan a der heqê pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATOyê da wiha got, "Mîna Yekîtiya Ewropayê em jî bawer dikin ku PKK rêxistina terorê ye."

Li gorî nûçeya Aftonbladetê, Lindeyê îdia kir ku dibe xeletfêmkirinek hebe û wiha got, "Ew yek rast nîne ku em ê PKKyê wekî rêxistina terorê nesinifînin, heger têgihîştineke wiha çêbûbe, divê ev yek were eşkerekirin. Roja yekşemê em ê digel Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bên cem hev."

Ji aliyekî din va Wezîrê Karên Derva yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto daxuyanî da Aftonbladetê û ragihand ku Fînlandiya dê roja çarşemê serîlêdana endametiya NATOyê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın